gequbao.com

找歌就用歌曲宝

cover

Çemê Warsinê - KARAPETÊ MÊLKON

Çemê Warsinê-KARAPETÊ MÊLKON.mp3
作词 : Kürt Halk Şarkisi 作曲 : Kürt Halk Şarkisi...
作词 : Kürt Halk Şarkisi
作曲 : Kürt Halk Şarkisi
ÇEMÊ WARSÛNÊ
Hê hê hê hê hê hê Çemê Warsûnê çemeke wa bi dar e hê,
Bi şeveqa serê sibê ra li guhê minê xweş tê xuşînê darê dar rima,
Şerqînê kutik çapa, hokînê kurê bava, Qumriyê dibê Keleşdarê
nemayê bila ne mi go roja îro takî ji porê serê min û te nemîne li darê dinyayê.
Wele çewa gulakî risasê îro dane li bejn û bala Bavê Evdilkerîmê layê
Meysê koçeriyê, maqûlê bi nav û nîşan,
Erê şerê giran ji nîvro pêştir qulibiye ser xweyê xurcînê çiwexan e,
Hê ê de hê hê hê hê ax ,
Erê maqûloy de rabe, Evdirehman Begê ne mi go, mezinî Şemera cem me şer
e, Îlan û eşîretê koçeriyê giran in û wele dûr de hewera Bavê Evdilkerîm nayê.
Hê hê hê hê hê hê Çemê Warsûnê çemeke wa bi bî ye hê,
Bi şeveqa serê sibê ra li guhê minê xweş tê xuşînê darê dar rima,
Şerqînê kutik çapa, hokînê kurê bava, şerqînê çapiliya, Qumriyê,
Dibê Keleşdarê nemayê, ne mi go, bila ronaya çevê te nerije roja îro li dinyayê,
Wele çewa gulakî risasê dane li bejn û bala Bavê Evdilkerîmê layê
maqûlê bi nav û nîşan,
Erê roja îro ne mi go kuştine maqûlek ji maqûlê koçeriyê hê ê de hê hê hê hê,
Erê maqûlo de rabe îlan û eşîretê koçeriyê giran in,
Wele dûr in ne mi go di hewara Bavê Evdilkerîm nayê.
展开